Kolberekî din ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin

Li herêma Newsudê kolberekî din ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye qetilkirin.

Kolberekî din ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin
1 sibat, 2024   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN 

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihandin ku kolber Cebarî Weysî (30) ê ji gundê Cucar ê bajarê Salasa Bawecanî, di 29'ê Çileyê de di encama êrişa hêzên dewleta Îranê de li herêma Newsudê ji serê xwe birîndar bû.

Li gorî heman çavkaniyê kolber rakirin Nexweşxaneya Kirmaşanê, lê belê doh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.