Kolberek Kurd hate qetil kirin

Di encama êrişa hêzên Îranê de Kolberek Kurd li Mahabadê hate qetil kirin.

Kolberek Kurd hate qetil kirin
26 cotmeh, 2024   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, duh siharê kolberek Kurd yê bi navê Îbrahîm Ehmed Nejad yê xelkê Mahabadê, li sînorê Serdeşt di encama êrişa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest daye.

Heman çavkaniyê ragihand ku piştî bûyerê cenazeyê Îbrahîm rakirin nexweşxaneya Serdeşt û piştre veguhestine bajarê Mahabadê.