Aloziya di navbera Tirkiye û Îsraîlê û lihevhatina li Sûriyeyê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de îhtîmalên rûdana rageşiyekê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de, siberoja rejîmên otorîter, her wiha dosyeya lihevhatina neteweyî ya Sûriyeyê piştî bûyerên Siwêdayê nirxandin.

Aloziya di navbera Tirkiye û Îsraîlê û lihevhatina li Sûriyeyê
9 tîrmeh, 2026   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Aloziya di navebera Tirkiye û Îsraîlê, siberoja rejîmên otorîter, her wiha rêbazên xurtkirina lihevhatina nîştimanî li Sûriyeyê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

‘GELO WÊ DI NAVBERA TIRKIYE Û ÎSRAÎLÊ ŞER DERKEVE?‘

Rojnameya Independent Arabia destnîşan kir ku aloziya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de piştî şerê Xezayê û rûxandina rêjîma Baasê li Sûriyê bi awayekî berçav zêde bûye,  Sûriye piştî tûxandina rejîma Baasê veguheriye qada pêşbaziya rasterast a di navbera her du aliyan de.

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku Îsraîlê li beramberî zêdegaviyên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê hebûna xwe ya leşkerî li başûr xurt dike da ku rê li ber nêzbûna hêzên ku ji aliyê Enqerê ve têne piştgirîkirin bigire.

Rojnameyê destnîşan kir ku artêşa hikûmeta demkî niha bi awayekî pratîkî di bin sîwana îstîxbarata leşkerî ya Tirkiyeyê de dixebite û ev nirxandin kir ‘‘Ev tê wateya ku Tirkiyeyê kontrola rasterast li ser bakurê Sûriyeyê û peravên wê bi dest xistiye. Di heman demê de hebûna xwe ya leşkerî di ‘Komara Îslamî ya nû de ‘ berfireh dike.‘‘

Rojnameyê bal kişand ser vê yekê ku ev pêşketin, fikaran li cem Îsraîlê çêdikin û der barê van fikaran de jî hate gotin "Di serî de pêveçûnên Tirkiye ber bi sînorê Iraqê ve, duyemîn îhtmîala ku hêzên Tirkiyeyê ber bi bakurê Lubnanê ve, bi taybet bajarê Terablusê yê bakurê Lubnanê ku piraniya xelkê wê sunnî pêş de here."

Rojnameyê bi domdarî destnîşan kir ku tevî têkiliyên aborî yên domdar ên di navbera her du welatan de jî lê berdewama rageşiya leşkerî û siyasî dikare îhtîmala pevçûnê zêde bike. Şer ne neçar e, lê ger hewldanên ji bo kontrolkirina aloziyê bi ser nekeve, hîngî senaryoyek gengaz dimîne.

‘REJÎMÊN TOTALÎTER DI SERDEMA PIŞTÎ MODERNÎTEYÊ DE‘

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî ser mijara rejîmên totalîter û faktorên hilweşîna wan a xwezayî nivîsî. Hate gotin ev rejîmê xwe dispêrin yekdestdariya rastiyê û tepeserkirina pirrengiyê, ji ber vê yekê dibe ku rewatiyê xwe ji dest bidin û nikaribin veguherînên civakî û siyasî bihewîne.

 Rojnameyê destnîşan kir ku dewletek ku qada giştî digire û azadiyan sînordar dike, xwe ji mekanîzmayên ji bo reform û xwerastkirinê bêpar dike. Rojnameyê der barê vê mijarê de ezmûnên dîrokî yên wekî Yekîtiya Sovyetê, Almanya Nazî û rejîmên Ewropaya Rojhilat bo nimune nîşan da.

Hate diyarkirin ku mayîndehiya her rejîmekê bi hêza wê ya adaptekirina bi guhertinê ve girêdayî ye û paşguhkirina daxwazên civakê wê bi hilweşîna gav bi gav re mehkum dihêle.

‘SIWEYDA Û LIHEVHATINA NETEWEYÎ LI SÛRIYEYÊ‘

Rojnameya El Quds El Erabî jî diyar kir bûyerên li Siweydayê dabeşbûna neteweyî li Sûriyeyê kûrtir kir û baweriya di navbera dewlet û beşek mezin ji xelkê parêzgehê de qels kir. Lew ra destpêkirina pêvajoyek lihevhatina neteweyî pêwîst e.

Rojnameyê destnîşan kir ku çareseriyeke mayînde divê xwe bispêre 3 rêgezan û wiha domand "Naskirin, dayîna tazîmatan, edalet, hesbpirsîna ji berpirsyaran, tazîmat ji bo hemû qurbaniyan, rêkeftinên siyasî yên ku şirîkatiya neteweyî xurt bike."

Hate diyarkirin ku li şûna bikaranîna hêzê, diyalog û lihevhatin rêya pêşgirtina li ber zêdebûna parçebûnê û parastina yekparbpna Sûriyeyê ye.

(bb)