Koçberên vegeriyayî dibistana xwe temîr dikin

Şêniyên gundê Rebîat Rojava yê bajarê Zirganê dibistana gundê xwe paqij kir û dîwarên wê yên ziyan dîtine temîr dikin lê divê saziyên têkildar bibin alîkar.  

14 cotmeh, 2026   06:50
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Gundê Rebîat Rojava di navbera Zirgan û Serêkaniyê de li ser xeta eniyê bû û di şer de gelekî ziyan dît.

Şêniyên gund bi salan ji gundê xwe koç kiribû, hinek ji wan li kampa Waşûkanî diman û yên dîtir jî li kampa Newroz a li Dêrikê diman. Piştî lihevkirina di navbera QSD û hikumeta veguhêz de 100 malbatên gundê Rebîat Rojava di demsala havînê de vegeriyan gundê xwe û malbatên dîtir jî hîna li kampa Newroz û Waşûkanî ne.

XWENDEKAR NIKARIN BIÇIN DIBISTANÊ

Sala nû ya xwendinê dest pê kir û 120 xwendekarên gund neçar in biçin dibistanên gundên derdora wan. Saziyên perwerdeyê yên hikûmî xwe neda ber temîr û lêkirina dibistanê, şêniyên gund di vê rewşê de berpirsyar nêz bûn û li gorî derfetên xwe pêdiviyên dibistanê pêk tînin.

DIBISTANA XWE TEMÎR KIRIN

Şêniyên gundê Rebîat Rojava bi hev re derî, pencere, ban û dîwarên dibistanê bi herî û blokan lê dikin. Ew li gorî derfetên xwe dibistana xwe temîr dikin û cihên xira bûne lê dikin.

Dawîd Silêman El Wozo got: “Dibistana herî nêzî gundê me 2 km dûr e, zarokên me diwestin û rê ne bi ewle ye. Her roj 120 xwendekar neçar dimînin ku 2 km bimeşin heyanî ku bigihîjin dibistanê û 50 zarokên refa yekem jî ji ber dibistan dûre malbat nikarin zarokên xwe rêkin dibistaneke ji gund dûr e.”

Ji bo xwendekarên gundê Rebîat Rojava biçin dibistana gundê xwe divê aliyên têkildar bi şêniyan re bibin alîkar, pêdiviya dibistanê bi masw, text û ava vexwarinê heye.

Şêniyên gund bang li Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz kir ku bi wan re bibin alîkar û pêdiviyên dibistana gund pêk bînin.

(np)

ANHA