Koçberên Serêkaniyê: Mafê me ye em vegerin warê xwe

Koçberên Serêkaniyê daxwaz kirin ku şêniyên Serêkaniyê yên vegeriyane werin parastin û gotin mafê me ye em vegerin warê xwe. 

Koçberên Serêkaniyê: Mafê me ye em vegerin warê xwe
18 tebax, 2026   07:43
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Koçberên Serêkaniyên dixwazin vegerin lê metirsiyên wan hene ku çawa êrîşî karwana yekem kirin, dîsa êrîşî wan bikin. 

Îbrahîm Elo yek ji koçberên ji ANHA`ê re axivî û got: "Ev 7 salin koçber li benda kêliya vegerê bûn, koçberî zehmet e û li ser me hate ferzkirin. Veger ji bo koçberên Serêkaniyê tê wateya li mal, xak û jiyana xwe ya jê hatin mehrûmkirin, vegerin. Mafê hemû koçberên Serêkaniyê heye ku vegerin warê xwe. Dûrî destdirêjî û gefxwarinê divê hemû pirsgirêkên li pêşiya vegerê dibin asteng bi rêyên qanûnî û aliyên têkildar werin çareserkirin. Serêkaniyê bajarekî bi pêkhateyên xwe dewlemend bû, Kurd, Ereb û hwd bi hev re jiyan dikirin û xweşî û êşên xwe bi hev re parve dikirin. Bila destûr neyê dayîn ku dosya vegerê bibe sedema fitne navbera xelkê Serêkaniyê çêbe. Emi ji aliyên têkildar daxwaz dikin ku berpirsyariya parastina koçberên vegeriyane rakin û mulkên wan li wan vegerîn in. Serêkaniyê ji bo me ne tenê bajarê me ye, ew mal, bîr, nasname û jiyana me ye. Divê em bi rûmet vegerin warê xwe."

Necma Silo jî got: "Daxwazên me zelal in, em dixwazin bi ewle vegerin warê xwe. Koçberên ku vegeriyan neketin malên kesekî de û vegeriyan malên xwe, piştî salan ew vegeriyan, ew êrîşa çêbuyî ne adile û em qebûlnakin. Em naxwazin bi kesekî re şer bikin, em dixwazin bi ewle vegerin warê xwe û ji nûve bijîn."

Karwana yekem a koçberên Serêkaniyê ku 410 malbat bûn10`ê tebaxê vegeriyan warê xwe, dema ku gihaştin bajarê Serêkaniyê kesên malên wan desteser kirine êrîşî wan kirin û hejmarek ji malbatan neçar man dîsa vegerin bajarê Hesekê.

(np)

ANHA