Dildar Reşîd bi karê berberiyê xizmeta zarokên gundê xwe dike

Li gundê Batirzan yê herêma Aliyan a girêdayî navçeya Çilaxa, berberê bi navê Dildar Reşîd pora zarokên gundê xwe bê pere dibire, ew vê yekê weke piştgirî ji bo malbatan pêşkêş dike.  

Dildar Reşîd bi karê berberiyê xizmeta zarokên gundê xwe dike
Dildar Reşîd bi karê berberiyê xizmeta zarokên gundê xwe dike
Dildar Reşîd bi karê berberiyê xizmeta zarokên gundê xwe dike
Dildar Reşîd bi karê berberiyê xizmeta zarokên gundê xwe dike
18 tebax, 2026   06:50
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Ciwanê bi navê Dildar Reşîd (22) ê ji gundê Batirzan ê girêdayî herêma Aliyan li gundewarê navçeya Çilaxa, ji ber hezkirina xwe ya ji şêniyên gund re û daxwaza kêmkirina barê şêniyan ji bo zarokan bi awayeke bê pere berberiyê dike, Reşîd li gorî daxwazê berê xwe dide bajêr û gundên derdorê jî.

Dildar Reşîd di 18 saliya xwe de pîşeya berberiyê ji birayê xwe fêr bûye, ji wê demê ve li kêlek xwendina xwe ya zanîngehê vê pîşeyê dike. Ew niha sala sêyemîn a xwendina di beşa Dîrokê li Zanîngeha Rojava dixwîne.

Piştî ku Reşîd di saetên sibehê de xwendina xwe bi dawî dike, berê xwe dide xwezaya derdora gundê xwe ya ku bi dar, rûberên çandiniyê û kaniyan tê naskirin, li wir bê pere pora zarokan dibire. Ev dihêle ku zarok vê yekê wekî çalakiyekê bibînin.

Dildar Reşîd rojane ji bo hejmarek zarokên gundê xwe berberiyê dike, ew zarok jî ji bo ku pora xwe bê pere çê bikin berê xwe didin Dildar Reşîd. Desteka ku Dildar Reşîd dide, lêçûna buhayê çûn û hatina ji bo bajar û gundewarên derdorê, heqdestê berberan li ser malbatan kêm dike.

Dildar Reşîd ji ajansa me re wiha got: “Piraniya caran rojane ji bo ku ez pora zarokan bibirim ez berê xwe didim xwazaya gundê xwe, ez nahêlim ku zaroka pereyan bidim. Ez bi vê destekdayînê serbilind im.”

Dildar Reşîd da zanîn ku xwendina wî ya zanîngehê rê li ber domandina pîşeya wî ya berberiyê negirt û wiha anî ziman: “Tevî ku ez li zanîngehê dixwînim, ez pîşeya xwe jî pêk tînim û ez bi vê destekdayînê kêfxweşim. Berê zarok neçar diman biçin bajarê Çilaxa û gundewarên derdorê.”

Şêniyên gund jî bi vê destekdayînê kêfxweş in û dihêle ku barê wan jî sivik bibe.

Dildar Reşîd destnîşan kir ku ew ê destekdayîna ji bo zarokan bibomîne.

(sb)

ANHA