Girtiyê 30 salan Hacir Yûsif bi girseyî hat pêşwazîkirin

Têkoşer Hacir Yûsif Xelîl ku 30 sal di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de hatibû ragirtin, hat berdan. Hacir li taxa Şêxmeqûsd a Helebê bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Girtiyê 30 salan Hacir Yûsif bi girseyî hat pêşwazîkirin
Girtiyê 30 salan Hacir Yûsif bi girseyî hat pêşwazîkirin
Girtiyê 30 salan Hacir Yûsif bi girseyî hat pêşwazîkirin
Girtiyê 30 salan Hacir Yûsif bi girseyî hat pêşwazîkirin
Girtiyê 30 salan Hacir Yûsif bi girseyî hat pêşwazîkirin
4 cotmeh, 2025   14:46
HELEB

Hacir Yûsif Xelîl ku 30 salan di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de hatibû ragirtin, beriya çend rojan hat berdan. 

Yûsif li pêşiya avahiya Meclisa Şehîd Gulê Selmo ya taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ji aliyê jinên ji taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ve bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Hacir Yûsif Xelîl ji gundê Xelîl ê bajarokê Bilbilê yê Efrînê ye. Di sala 1995’an de dema ku di nava refên PKK’ê de bû, li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hat girtin.

Hacir Yûsif silavên girtiyan gihandin şêniyan û diyar kir ku dê berxwedan û têkoşîna li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bidomîne.

(bb)

ANHA