Koçberên Serêkaniyê ji bo şehîdeke berxwedana Şêxmeqsûdê merasîm li dar xist

Koçberên Serêkaniyê ji bo endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Zîlan Têkoşîn ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîd bûbû, merasîma xiyabî li dar xist.

11 sibat, 2026   14:34
HESEKE

Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê, ji bo endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Zîlan Têkoşîn ku roja 9`ê Çileya 2026`an li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîd bûbû, merasîma xiyabî li dar xist.

Merasîm li kampa Serêaniyê ya Hesekê hat lidarxistin. Di merasîmê de hevsroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Şêxa Xelîl sersaxî ji malbata şehîd û Rêber Abdullah Ocalan re xwest. Şêxayê diyar kir ku şehîd Zîlan dayika 2 zarokan bû, lê tevî wê jî erka xwe pêk anî û li ser şopa şehîdan têkoşîna xwe berdewam kir.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Cizîrê Dêrsim Hesekê jî li ser navê hêzên leşkerî axivî û got: "Em şehîd Zîlan bi rêzdarî bi bîr tînin. Gelê me di têkoşîna rûmetê de berxwedaneke demdirêj bi rê ve bir û bi saya xwîna şehîdan destkeftiyên mezin bi dest xistin.”

Hesen Tirkî Elî ê bavê şehîd Zîlan jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan belgeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Merasîm bi durişmên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan bi dawî bû.

(k)