Li Sûdanê dibistanek hat bombekirin: 2 zarok hatin kuştin

Di êrişa hewayî ya Hêzên Piştevaniya Lezgîn a li dijî dibistaneke olî ya li bakurê Kerdavê ya Sûdanê de, 2 zarok hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.

Li Sûdanê dibistanek hat bombekirin: 2 zarok hatin kuştin
11 sibat, 2026   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFP’ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên bijîşkî, bi dronan êrişî dibistaneke olî ya li bajarê Rehed ê li bakurê Kerdevanê ya Sûdanê de hat kirin. Di encamê de 2 zarok hatin kuştin û 12 zarok jî birîndar bûn.

Şahidan ji heman ajansê re ragihand ku dibistaneke olî tûşî êrişa Hêzên Piştevaniya Lezgîn bûye û piştrast kir ku di êrişê de 12 kes birîndar bûne.

(bb)