Nasnameyên 2 şehîdên QSD’ê hatin aşkerakirin

QSD’ê şehadeta 2 şervanan ragihand ku di bersiva êrişên komên hikumeta demkî de şehîd bûne.

Nasnameyên 2 şehîdên QSD’ê hatin aşkerakirin
11 sibat, 2026   14:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê şehadeta 2 şervanan ragihand ku di bersivdayîna êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de şehîd bûne.

Di daxuyaniyeê de hate ragihandin ku Mazlûm Efrîn û Herbî Qamişlo di parastina gelê xwe û rûmeta wê de ji êrişên komên hikumeta demekî de şehîd bûne û wiha hat domandin: "Van şehîdan ne parastina sînorekê yan deverekê dikir, lê belê jiyana xelkê û mafê wê yên diyarkirina çarenûsa xwe û parastina destkeftiyên bi berdêlên giran hatine bidestxistin, parastin. Van şehîdan piştrast kir ku parastina gel cewhera şer e û îradeya azad nayê şikandin."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbat û hevrêyên her du şehîdan re hat xwestin û soza domandina rêya wan, avakirina aştî û edaletê hate dayîn.

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN:

Nasnav: Mazlûm Efrîn

Nav û paşnav: Demhat Mihemed Menan

Navê dayikê: Leyla

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Başûrê Hesekê, 3 Sibat 2026

Nasnav: Herbî Qamişlo

Nav û paşnav: Luey El Elî

Navê dayikê: Asya

Navê bav: Îbrahîm

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 21 Çile 2026.

(bb)

ANHA