Koçberên ji Girê Spî komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi sedan şêniyên kampa Girê Spî ya bajarê Eyn Îsayê bi xwepêşandanekê komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li Sirîn û Zirganê şermezar kirin.

Koçberên ji Girê Spî komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin
Koçberên ji Girê Spî komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin
Koçberên ji Girê Spî komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin
Koçberên ji Girê Spî komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin
Koçberên ji Girê Spî komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin
29 ÇILE, 2025   13:45
EYN ÎSAل

Bi sedan şêniyên kampa Girê Spî ya li bajarê Eyn Îsayê li qada kampê kom bûn û bi xwepêşandanekê komkujiyên ku duh ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li bajarê Sirînê ya kantona Firatê û li Zirganê ya kantona Cizîrê hatine kirin, şermezar kirin. 

Şêniyan wêneyên şehîdan hildan û dirûşmên “Na ji dagirkeriya Tirk re”, “Na ji kuştina zarok û jinan re”, “Bijî berxwedana QSD’ê” berz kirin.

Li qada kampê hevserokê Meclisa Bajarê Eyn Îsa Ayat El Îsa axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Ayat El Îsa bêdengiya navneteweyî ya li hemberî kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku bikevin nava liv û tevgerê û van sûcan rawestînin da ku zêdetir sivîlên bêguneh neyên kuştin.

Xwepêşandan bi dirûşmên “Na ji kuştina sivîlan re” bi dawî bû.

(k)