Koçberên Girê Spî li dijî êrişan daketin kolanan

Bi sedan koçberên Girê Spî yên li kampa Eyn Îsayê daketin kolanan û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin. Koçberan soza têkoşîna li dijî êrişan dan.

Koçberên Girê Spî li dijî êrişan daketin kolanan
Koçberên Girê Spî li dijî êrişan daketin kolanan
Koçberên Girê Spî li dijî êrişan daketin kolanan
Koçberên Girê Spî li dijî êrişan daketin kolanan
Koçberên Girê Spî li dijî êrişan daketin kolanan
Koçberên Girê Spî li dijî êrişan daketin kolanan
Koçberên Girê Spî li dijî êrişan daketin kolanan
Koçberên Girê Spî li dijî êrişan daketin kolanan
25 cotmeh, 2024   14:50
EYN ÎSA

Serê du rojan e dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin.

Ji bo şermezarkirina êrişan bi sedan koçberên Girê Spî yên li kampa Eyn Îsayê dimînin, daketin kolanan.

Xwepêşandanê li qada sereke ya kampê dest pê kir. Beşdarên xwepêşandanê bi dirûşmên "Na ji dagikeriyê re", "Erdoganê faşîst" û " Bijî berxwedana QSD`ê" li kolanên kampê geriyan.

Li navenda kampê xwepêşandan veguherî mîtîngê. Li wir yek ji koçberên kampê Sebrî Nebo axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Nebo got: "Bi van êrişan re biryardariya me mezintir bû, em dest ji axa xwe bernadin. Pêwîst e her kes mil bidin hev û li kêleka şervanên QSD`ê herêmê biparêzin.”

Xwepêşandan bi bilindkirina dirûşmên "Bijî berxwedana QSD`ê" bi dawî bû.

(k)