Şehîdên komkujiya stasyona Siwêdiyê hatin oxirkirin

7 karkerên di komkujiya stasyona Siwêdiyê de şehîd bûbûn, îro bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.

25 cotmeh, 2024   14:44
QAMIŞLO

Êvara 23ˈyê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker bi balafiran stasyona petrolê ya Siwêdiyê bombebaran kiribû. Di encamê de 7 karkerên stasyonê; Beşar El Iwêd, Îsam Sibêh, Etallah Xidêr, Fadil El Xedan, Îlyas Îsa, Mehmûd El Hisên û Mîzer El Hisên şehîd bûn û bi dehan karker birîndar bûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Koçerê merasîmê veşartina cenazeyên her heft şehîdan li dar xist.

Bi hezaran şêniyên bajarên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û Koçerat tevî nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî merasîmê bûn ku li Pakrewangeha Şehîd Iqab El Eswed a li Til Koçerê hat lidarxistin.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Egîd Ebdulmecîd axivî û got: "Bila serê me, serê malbata şehîd û gelê me yê berxwedêr sax be."

Egîd Ebdulmecîd bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Di serî de dewleta Tirk a dagirker, dewletên mêtînger, demokrasî, mafên mirovan û azadiyan gelan nas nakin. Ev dewlet dijminên demokrasî û biratiya gelan in, sûcên li dijî gelan dikin. Divê em li hemberî êrişên hovane li ber xwe bidin, têkoşînê xurt bikin û xeta şehîdên bişopînin."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Telet Yûnis jî di kesayeta her heft şehîdan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku şehîd pêşengên manewî yên gelan in.

Yûnis desntîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe dixwaze îrade û berxwedana gelê herêmê bişikîne û gel neçarî koçberiyê bike û wiha domand: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe di vê merasîmê de îsbat kirin ku gelekî berxwedêr e û xaka û rûmeta xwe diparêze. Ev êriş berxwedana me têk nabe. Em dê heya avakirina Sûriyeke demokratîk şopdarên xeta şehîdan bin."

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestê malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên "Şehîd namirin" hatin veşartin.

(bb)

ANHA