Di êrişa Îsraîlê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê deriyê Cosiye-Qaî yê di navbera Sûriye û Lubnanê de bombebaran kir. Hate diyarkirin ku di encama bombebaranê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
25 cotmeh, 2024   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Îsraîlê vê sibehê li gundewarên herêma Qesîr a başûrê rojavayê Humisê navenda îstîxbarata leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê ya nêzî deriyê Cosiye-Qaî dê di navbera Sûriye û Lubnanê de bombebaran kir. Hate diyarkirin ku di encama bombebaranê de 3 endamên îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê hatine kuştin û derî bi temamî ji xizmetê derket.

Hate zanîn ku balafirên şer ên Îsraîlê duh (24 Cotmeh) jî li ser rêya Qesîr li nêzî bendeke kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê bombebaran kiribû. Di encama vê bombebaranê de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên SOHR’ê, artêşa Îsraîlê ji destpêka îsal ve 125 êriş (101 hewayî û 24 bejahî) li ser Sûriyeyê pêk anîn. Di encama van êrişan de 267 leşker û 42 sivîl hatin kuştin û 177 leşker birîndar bûn. Her wiha 207 hedef (depoyên çekan, baregeh û erebe) îmha bûn.

(bb)