Koçberên Efrînê: Em dixwazin bi ewle vegerin

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku piştî derketina bi neçarî ya ji Efrînê ev çend sal e di nava koçberiyê de ne û ew dixwazin vegerin û got “Em dixwazin bi ewle vegerin malê xwe.”

Koçberên Efrînê: Em dixwazin bi ewle vegerin
25 sibat, 2026   10:56
QAMISLO

Koçberên ji Efrînê yên ku li dibistanan bi cih bûne, ji bo vegera li cih û warên xwe nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Fatme Sîdo diyar kir ku ew dixwazin bi selametî vegerin cih û warê xwe û got: “Em dixwazin bi hêza xwe re vegerin ser axa xwe, ev çend sal e em li dûrî warên xwe ne.”

Emîne Hemze jî da zanîn ku ew dixwazin vegerin lê tirsa wan a ji rê û dema ku bigihêjin warê xwe û ewlehiyê nebînin û wiha got: “Ev bû 8 sal em koçber in, êdî rewşa me xerabtir dibe, em dixwazin vegerin warê xwe.”

Şikrî Mistefa destnîşan kir ku piştî derketina ji Efrînê (2018) ew heta niha ji cihekî ber bi cihekî din ve koçber dibin û wiha anî ziman: “Zarokên me bê xwendin mane, me bi neçarî ji cih û warê xwe derketin. Em dixwazin vegera me bi kêfxweşî û serbilindahî be, divê ewlehiya xelkê me bê misogerkirin.”

(fk)

ANHA