Tevgera leşkerî li ser sînorê Lubnanê û guhertinên li Îranê rojeva medyaya erebî ne

Kombûna leşkerî ya Sûriyeyê li ser sînorê Lubnanê tirsa ku şerek biqewime zêde kir. Di heman demê de, guhertinên li Îranê dikarin hevsengiyên herêmî ji nû ve xêz bikin.

Tevgera leşkerî li ser sînorê Lubnanê û guhertinên li Îranê rojeva medyaya erebî ne
25 sibat, 2026   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî der barê  pêşketinên li Siwêdayê, kombûna leşkerî ya Sûriyeyê li ser sînorê Lubnanê û siberoja Îranê de nivîsîn.

‘SIWÊDA: DI NAVBERA DESTHILATA DEWLETÊ Û HESABÊN HERÊMÎ DE’

Malpera Asas Media li ser pêşketinên li Siwêdayê nivîsî û pirsî ka bûyerên dawî krîzek ewlehiyê ya demkî ye dikin an guhertinek siyasî ye ku pozîsyona Siwêdayê di nav dewleta Sûriyeyê de ji nû ve diyar dike.

Malperê destnîşan kir ku pevçûnên di navbera komên çekdar ên herêmî û komên eşîrî de derketin, û paşê hêzên hikûmetê jî ketin nav êrişan, bûn sedema kuştina mirovan û rewş ji çarçoveya herêmî wêdetir çû.

Malperê diyar kir ku topbarana Îsraîlê, ku bi hinceta "parastina Drûziyan" pirgirêk veguherand pirsgirêkeke herêmî. Her wiha bal kişand ser derketina rêveberiyeke herêmî ya de facto. Lê Şam jî het tim behsa vegerandina kontrolê dike û dibêje ewê di deme nêzîk de pêk were. Di vê navberê de hişyariyên li ser arîşeyeke leşkerî li bajêr zêde dibin.

‘TEWANBARIYÊN ŞAMÊ YÊN LI DIJÎ HIZBULLAHÊ NE ERAST IN’

Rojnameya El Exbar behsa tevgerên leşkerî yên Sûriyeyê li ser sînorê Lubnanê kir, û destnîşan kir ku kombûna leşkeran a vê dawiyê, bi taybet li gundewarê Humsê û Quseyrê, fikarên Lubnanê li ser girêdana wan a bi pêşketinên herêmî yên têkildarî pevçûna di navbera DYA`ê û Îranê de zêde kiriye.

Rojnameyê her wiha behsa daxuyaniyek berê ya Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê ya derbarê şaneyek li herêma Mezayê de kir, ku îdia dikir ku bi Hizbullahê ve girêdayî ye. Rojnmeyê diyar kir ku ev tewanbarî ne rast e.

‘GELO DIVÊ EM JI ÎRANEKE NÛ BITIRSIN?’

Rojnameya Şerq El Ewsat behsa îhtîmala derketina "Îraneke nû" kir, çi bi rêya guhertina siyasî ya navxweyî be, çi jî bi rêya guhertineke di polîtîkayên herêmî de be.

Rojnameyê pirsên li ser vê yekê kirin ka gelo vebûna Îranê û devjêberdana nêzîkatiya xwe ya pevçûnê dê ji bo herêmê bibe çavkaniyeke aramiyê yan jî bibe sedema tirseke nû.

Rojnameyê diyar kir ku Îraneke vekirî dikare bibe hêzeke aborî ya herêmî ya bibandor, bandorê li hevsengiya hêzê li Kendav û Şamê bike.

(k)