Civîna salane ya Desteya Çandinî û Avdanê bi dawî bû

Civîna salane ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi encamnameyên ji bo pêşxistina beşa çandiniyê bi dawî bû.

Civîna salane ya Desteya Çandinî û Avdanê bi dawî bû
Civîna salane ya Desteya Çandinî û Avdanê bi dawî bû
Civîna salane ya Desteya Çandinî û Avdanê bi dawî bû
Civîna salane ya Desteya Çandinî û Avdanê bi dawî bû
26 tebax, 2024   22:41
HESEKÊ

Vê sibehê Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma ˊPêşxistina çandiniyê bingeha aboriya komînal eˊ civîna xwe ya salane li hola Serdem a Hesekê li dar xist.

Di civînê de hevserokên Desteya Çandinî û Avdanê, cîgier û endamên desteyê, hevserokatiya Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên ji komîte û yekitiyên çandiniyê, nûnerên ji Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdar bûn.

Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif rewşa siyasî nirxand, dûre şêwirmendê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer axivî.

Piştre cîgirê Hevserokatiya Desteya Çandinî û Avdanê Ehmed Yûnis perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan xwendin, her wiha hevseroka Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê Nebîle Ubêd rapora salê ya desteyê xwend.

Di dawiyê de beşdaran nîqaş kir. Ji wan nîqaşan gelek encamname û biryar hatin dayîn û wiha ne:

Bihayê tovan ji bo mewsima 2024/2025ˊan bi rêya Saziya Pirkirina Tovan hat diyarkirin, her tonek bi 225 dolarî ye.

Pembo ji cotkaran ji bo mewsima 2024/2025ˊan were kirin û bihayê wê piştre were diyarkirin, dest bi belavkirina semadê bibe û her tonek bi 140 dolarî ye.

Beşdaran li ser pêwîstiya tawîzdayîna cotkarên ku zeviyên wan genim şewitîne li hev kir ku bê pere genim ji bo mewsima 2024/2025ˊan li wan were belavkirin, her wiha di civînê de hat ragihandin ku laboratuwarên Desteya Çandinî û Avdanê ji bo pêşwazkirina axê ji cotkaran ku analîze bikin, amade ne û ew jî bi 10 dolaran e.

Di civînê de li ser gelek xalan lihevkirin çêbû û wiha ne:

100 hezar dar li tevahî kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin çandin.

Stasyoneke Şopandina Avhewayê were avakirin û ji hêla mecliseke ji nûnerên lêkolîna çandiniyê, Saziya Pirkirina Tovan, Şîrketa Cod û Zanîngeha Rojava were birêvebirin.

Piştgirî ji bo tevahî mewsimên çandiniyê yên di plana çandiniyê de hatine tomarkirin bi mazotê were dayîn.

Li gorî plana çandiniyê ya 2024/2025ˊan 4 sinfên nû yên genim ˊ3 sinf nerm û yek sertˊ bên çandin.

Bêjingeheke lêzerî ji bo Saziya Pirkirina Tovan a mewsima 2025ˊan, banka genetîkî ya tovan, 3 aşên nû li Minbic, Girziyarat û Kobanê werin avakirin.

Beşa analîzekirina derman û tovan, beşa analîzekirina şîrê zarokan di laboratuwarê giştî de werin aktîvkirin.

Tevahî birayarên der barê dahato û hinarderkirina berhem, alav û pêdiviyên çandiniyê li hundirê Meclisa Aboriyê tên dayîn.

Ji bo zêdekirina pêşxistina lêkolîna zanistî û hevkariyê meclisa ji lêkolînên çandiniyê, pirkirina tovan, Zanîngeha Rojava û Şîrketa Cûdî were xebitandin.

Ruxsetkirina çandiniyê ya mewsima 2024/2025ˊan ji destpêka Îlonê de dest pê dike.

Rêxistinkirina çandiniyê ya mewsima 2024/2025ˊan di 15zê Îlonê de dest pê dike.

Tov bi rêya Saziya Pirkirina Tovan di 20ˊê Îlonê de tê belavkirin.

Serjimariyeke nû ya sawalvaniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were çêkirin.

Gelek qanûnên têkildarî beşa çandiniyê ji wan karatîna çandinî, laboratuwara giştî û darayî ji bo mewsima 2024/2025ˊan werin derxistin.

Zêdekirina hevkariyê di navbera yekitiyên cotkaran û saziyên çandiniyê de.

Bikaranîna avdana nûjen û enerjiya tavê.

Bi peymanekê di navbera Desteya Çandinî û Avdanê û Desteya Aboriyê de kargehên savarê yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin xebitandin. Ew yek jî dayîna 50 hezar ton genimê sert ji bo kargehan were kirin ku xwetêrkirin pêk bê.

(fr)