Koçberên Efrînê: Em bi gelê Şêxmeqsûdê re ne

Koçberên kantona Efrîn û Şehbayê yên li kantona Reqayê diyar kir ku ew li kêlek gelê xwe yê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne û banga rawestandina êrişan kir.

Koçberên Efrînê: Em bi gelê Şêxmeqsûdê re ne
9 ÇILE, 2026   21:22
REQA
DÎME MIHEMED

Koçberên kantona Efrîn û Şehbayê yên li kantona kantona Reqayê got ew bi gelê xwe yê li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê re ne.

Girêdayî mijarê, Newroz Hisên anî ziman ku ew di karwanan de berê xwe didin kantona Tebqayê da ku bikevin rêya Helebê û got: "Yê li Şêxmeqsûdê gelê me ye, em heta nefesa dawî bi wan re ne."

Zeyneb El Welîd jî da zanîn ku êrişên bênavber ên li dijî gel sûcên dermirovî û şer in û pira rola civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hember van êrişan kir.

Asya El Hisên jî anî ziman ku ew ji bo piştgiriya berxwedêrên Helebê derketin û banga bidawîkirina komkujiyên li dijî sivîlan kir.

Asya got: "Em gelê ku daxwaza ewlehî û aştiyê dikin, şer û mirinê naxwazin, aramî û azadiyê dixwazin. Tiştê îro diqewime li dijî Şêxmeqsûdê komkujî ye."

(fr)

ANHA