'Hêzên me di nava Sûriyeyê de ji bo parastina Colanî û rûbirûbûna gefan e'

Wezîrê Parstinê yê Îsraîlê piştrast kir ku artêşa Îsraîlê ji bo parastina sînorê xwe misogerkirina ewlehiya Durziyan li Sûriyeyê cihê herî sitracîk di Sûriyeyê de kontirol dike.

'Hêzên me di nava Sûriyeyê de ji bo parastina Colanî û rûbirûbûna gefan e'
9 ÇILE, 2026   21:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parstinê yê Îsraîlê, Îsraîl Kats diyar kir ku pilanê ewlehiya Îsraîlê li Sûriyeyê ku bi hevkariya Serokwezîrê Îsraîlê Binyemîn Netiniyaho serkêşiyê dike ji dema derbasbûna wan li axa Sûriyeyê xwe dispêre têgihiştina parastina nû ji Îsraîlê.

Her wiha Kats anî ziman ku têgiştina ku dihêle artêşa Parastina Îsraîlê bendek di navbera Rêxistin û hêzên Cîhadîst ji aliyekî û sînor û kombûnên şêniyan ji aliyekî din ve.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîl ragihand ku artêşa Îsraîlê lûtikeya Cebel El Şêx û devera ewlehiyê li nava axa Sûriyeyê kontirol dike û ji wir ve parastina bajarokên dora Colanî û El Celîl dike ji hewildan û tevgerên terorîstan.

Kats destnîşan kir ku Îsraîl aştî û ewlehiya Durziyan li Sûriyeyê misoger dike û teqez kir ku Til Avîv rê nade ku zirar bigihê wan, ev têkilî bi girêdana birayên rast ve girê da.

Wezîrê Parastinê piştrast kir ku ev siyaset li ser hemû sînoran ji bo rûbirûbûnê pêk tê û wê li ser vî rêbazî berdewam bike.

(ac)

ANHA