Bajarê Dêr Hafirê bi obîs û hawanan tê topbarankirin

Çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk di van kêliyan de bi çekên giran navenda bajarê Dêr Hafir û başûrê deriyê Dêr Hafirê topbaran dikin.

Bajarê Dêr Hafirê bi obîs û hawanan tê topbarankirin
9 ÇILE, 2026   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komên çete yên hikumeta demkî yên desteka dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran navenda Dêr Hafirê û başûrê deriyê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê topbaran dikin.

Hemwextî êriş û pevçûnên dijwar li taxa Şêxmeqsûdê û topbarankirina Nexweşxaneya Xalif Fecir, Dêr Hafir tê topbarankirin.

(fr)