Koçberên Efrîn û Şehbayê li hemberî êrişên taxên Helebê; bertek nîşan dan

Koçberên Efrîn û Şehba yên li Qamişloyê bertekên xwe yên li dijî êrişên komên hikumeta demkî yên Sûriyeyê nîşan dan û gotin “Hikumet dixwaze îradeya gelan bin pê bike û em serî li hember dijmin natewînin. Divê demildest êriş rawestin û dorpêç jî bê rakirin”

Koçberên Efrîn û Şehbayê li hemberî êrişên taxên Helebê; bertek nîşan dan
7 ÇILE, 2026   08:53
QAMIŞLO
RÛŞAN EZEM

Têkildarî êrişîn komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku ji duh ve (6 Çile 2026) careke din bi çek û dronan êrişî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên li bajarê Helebê kirin, di encamê de jî heta niha 49 birîndar û 7 kes şehîd bûne, koçberên Şehba û Efrîn ên li bajarê Qamişlo di çalakiya protestokirinê ya ku duh li Qamişloyê orgenîze kiribûn, ji me re axivîn.

Şêrîn Mihemed diyar kir ku ew van êrişan bi tundî şermezar dikin, ew ti carî destê ji piştgiriya gelê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bernadin û wiha got: “Em ti carî serê xwe li hemberî dijmin natewînin. Em ê her dem piştgiriya hêzên xwe bikin.”

Cîhan Hisên destnîşan kir ku ne cara yekemîne êrişî taxan tê kirin, gel bi berxwedan û têkoşîna xwe li hemberî êrişan derdikevin, komên hikumeta demkî bi rêya van êrişan dixwazin îradeya gelan bin pê bikin û wiha anî ziman: “Rê li ber birêveçûna dibistanan digirin, pêdiviyên zivistanê weke mazotê û dermanên nexweşan tune ne jî, gel di hemû rewşan de li ber xwe dide.”

Cîhan Hisên bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir ku dorpêçkirin û êrişên li ser wan taxan bi demildest rakin û bisekinînin, bêhilên gel jiyanek aram û azad bijîn.

Henan Osman da zanîn ku ew qebûl nakin ku dewleta Tirk a dagirker destê xwe deyîne ser xaka welatê wan, tevlîheviyê di nava gel û pêkhateyan derxînin û wiha got: “Em Sûriyeyeke demokrat, wekhev ku di nav de mafê hemû pêkhateyan misoger be, dixwazin.”

Henan Osman bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan kir destwerdanê bikin û wiha got: “Xwesteka me ew e jiyanek azad û edilane, bêyî kuştin û rijandina xwînê, pêkhate bi hev re jiyan bikin.”

ANHA