Ji ber dorpêç û êrişan mazot têra zivistanê nake

Ji ber dorpêçê heta niha şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, para xwe ya mazotê wernegirtine. Meclisa Giştî ya her du taxan, 100 lître mazot tenê li her malbatekê belav dike.

Ji ber dorpêç û êrişan mazot têra zivistanê nake
Ji ber dorpêç û êrişan mazot têra zivistanê nake
Ji ber dorpêç û êrişan mazot têra zivistanê nake
Ji ber dorpêç û êrişan mazot têra zivistanê nake
Ji ber dorpêç û êrişan mazot têra zivistanê nake
Ji ber dorpêç û êrişan mazot têra zivistanê nake
Ji ber dorpêç û êrişan mazot têra zivistanê nake
12 mijdar, 2023   06:46
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Komîteya Sotemeniyê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye mazotê li şêniyan belav dike. Her malbatekê 100 lître bi buhaya 550 lîreyan ji bo her lîtreyekê werdigire. Lê belê lîtreya mazotê li sûka reş bi 17 hezar lîreyan e.

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesazî û stasyonên petrolê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser her du taxan ferz kiriye, miqdara mazotê ya ku meclisa giştî ji şêniyên her du taxan re dabîn kiriye, têra zivistanê nake.

Welatiyê bi navê Mehmûd Derwîş ê li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dimîne bavê 3 zarokan e  got: “Meclisa ji bo her malbatekê 100 lître bi zehmetî dabîn kir. Sedem jî, dorpêça hikumeta Şamê li ser her du taxan e ku nahêle sahrîcên sotemeniyê derbasî her du taxan bibe.”

Mehmûd destnîşan kir ku ev miqdar kêm e û têra zivistanê nake û wiha domand: “Min niştergeriya dil derbas kiriye, sermaya zivistanê ji bo min ne baş e, pêwîstiya min bi germkirinê heye. Divê hikumeta Şamê dorpêçê bi dawî bike û bihêle miqdarên mezin ên sotemeniyê derbasî her du taxan bibin.”

Zivistana par jî ji ber dorpêçê mazot heta Sibatê derbasî her du taxan nebû, li sûka reş jî mazot buha ye û şênî nikarin bikirin. 2`yê Çileya 2023`yan zarokê bi navê Wîsam Sîdo (4) ji ber serma û nebûna mazotê jiyana xwe ji dest da. Di 4`ê Çileyê de jî pitikê 17 rojî yê bi navê Hisên Ebdullah Kîbar ji ber heman sedemê jiyana xwe ji dest da.

Welatiyê bi navê Mehmûd Terab jî got: “Min 100 lître mazot wergirt, lê ev miqdar têra zivistanê nake. Divê hikumeta Şamê bihêle tankerên din ên mazotê derbasî taxê bibin. 6 zarokên min hene, 100 lître qet têra me nake."

Welatiya bi navê Dûa Mihemed jî diyar kir ku mazota hatiye belavkirin gelekî kêm e û got: "Dîsa jî em spasiya komîteyên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin ku mazotê belav dikin."

Dûa Mihemed anî ziman ku zivistan hem dirêj eû hem pir sar e û peydakrina êzing û pêdiviyên din ên gerêmkirinê zehmet e.

Cîgira Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan di hevpeyvîneke berê li gel ajansa me de gotibû, heta ku mazot li tevahî malbatan neyê belavkirin ew nikarin piştrast bikin bê ka qonaxeke din a belavkirinê heye yan na.

(şx)

ANHA