KNKˋê û PYDˋê li Silêmaniyê civiyan

Şandeya KNK’ê serdana Nûnertiya PYD’ê ya Herêma Başûrê Kurdistanê  kir. Her du aliyan tekezî bi girîngiya yekitiya netewî ya Kurd û piştgiriya ji berxwedana Rojavayê Kurdistanê ya li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê kirin.

KNKˋê û PYDˋê li Silêmaniyê civiyan
28 kanûn, 2024   22:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya KNK’ê ya di pêşengiya Hevseroka Giştî ya KNK’ê Zeyneb Mûrad li avahiya Nûnertiya PYD’ê ya Herêma Başûrê Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê bi Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso û Hevseroka Desteya Dîplomasiyê ya PYD’ê Sema Bektaş re hevdîtin pêk anî.

Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) serdana Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Herêma Başûrê Kurdistanê kir. Her du aliyan li ser rewşa dawiyê ya Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin. Her wisa tekezî bi girîngiya yekîtiya netewî ya Kurd û piştgiriya ji berxwedana Rojavayê Kurdistanê ya li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê kirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan li ser guhertin û geşedanên li Sûriyeyê, rûxîna rejîma Baas a di bin rêbertiya Beşar Esed de, metirsiyên êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Rojavayê Kurdistan, berxwedana hêzên leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê ya di pêşengtiya QSD’ê de gotûbêj kirin. Her wisa di hevdîtinê de her du aliyan di qonaxeke wisa hesas û dijwar de piştgiriya ji bo Şoreşa Rojava ji aliyê hemû aliyên Kurd û dostên wê ve, avakirina yekîtiya netewî li dijî êrişên dagirkeriyê girîng dîtin.

Şandeya KNK’ê tekezî bi lidarxistina konferansa netewî, aktîfkirina mijar û pirsgirêkên netewî yên gelê Kurd ku hatine sekinandin, xurtkirina piştgiriya aliyên siyasî ji Rojavayê Kurdistan her wisa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re û mîsogerkirina mafên rewa yên gelê Kurd kir.