Jinên ji Çilaxayê piştgiriya xwe ji bo QSD û YPJ`ê nîşan da

Jinên ji Çilaxayê berxwedana QSD`ê û YPJ`ê ya li çeperên bendava Tişrîn û Qereqozaqê ya li dijî hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kir. Jinan diyar kir ku ew ê mil bi mil li kêleka QSD û YPJ`ê bin.

Jinên ji Çilaxayê piştgiriya xwe ji bo QSD û YPJ`ê nîşan da
29 kanûn, 2024   07:10
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrişên li ser herêmê hewl didin demografiya herêmê biguherînin û gelên wê tune bikin. Li hember van êrişan jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ber xwe dide.

Jinên ji Çilaxayê ya kantona Cizîrê der barê mijarê de axivîn.

Jina ciwan Selam Hesen wiha got: "Em piştgiriyê didin berxwedana dîrokî ya ku QSD û YPJ li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dimeşînin. Ji bo parastina me destanên lehengî û qehremaniyê dinivîsin. Eger ev berxwedana 13 salan a QSD’ê û YPJ`ê nebûya, îro em li ser axa xwe nebûn.”

Selamê wiha dewam kir: "Em hemû pêkhateyên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê li gel QSD'ê ne, ya ku divê ji axa me û Sûriyeyê derkeve dewleta Tirk e.”

Efîfa Receb jî got: "Îro YPJ bi berxwedan û xwîna xwe destanan dinivîse ku dê di dîrokê de neyên jibîrkirin. Ew gelê xwe û jinên xwe ji hovîtiya dijminên mirovahiyê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê diparêze. Axa me ya ku bi xwîna bi hezaran zarokên me hatiye avdan, em ê ji dagirker û çeteyên wan re nehêlin. Em jin û gelê Çilaxayê teqez dikin ku em hemû bi QSD û YPJ`ê re ne.”

Efîfa Receb diyar kir: “Berxwedana ku QSD û YPJ li Bendava Tişrînê û Qereqozaqê dikin, berxwedana li dijî neheqî û hewldanên qirkirinê ye.”

Feryal Qesûm jî got QSD û YPJ`ê misogeriya ewlekarî û aramiya herêmê ne.

Firyalê her wiha got: "Eger QSD nebûya, me nedikarî îro di nava ewlehî û aramiyê de bijîn. QSD hêza herî birêxistinkirî ya li ser axa Sûriyeyê ye û ew hemû pêkhateyên herêmê di nava xwe de dihewîne, ên ku dixwazin gel û herêmên xwe ji neheqiyê biparêzin.”

(k)

ANHA