KNK’ê di salvegera 38ˊan şehîdên Komkujiya Helebce bi bîr anîn

Konseya Rêvebir a KNKˊê diyar kir ku di kesayeta şehîdên Helebce û Enfalan de, hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî û minet bi bîr anîn û rejîmên kujer û dîktatorên Kurdistanê jî bi tundî şermezar kir.

KNK’ê di salvegera 38ˊan şehîdên Komkujiya Helebce bi bîr anîn
15 adar, 2026   22:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêvebir ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya salvegera 38’an a Komkujiya Helebce daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya KNK’ê ya bi sernava ‘Em Komkujiya Helebce ji bîr nakin’ wiha ye:

Berî 38 salan û li 16’ê Adara 1988’an de, hêzên rejîma dagirker ya Iraqê bi çekên qedexekirî yên kîmyayî û jehrdar komkujiyek mezin li ser xelkê sivîl yê Helepceyê pêk anîn. Di encamê de nêzî 5000 zarok, jin, mêr, kal û pîrên bê guneh kirine qubanî û şehîd ketin.

Bombabarankirina Helepce, bû yek ji zincîra tawanên siyaseta qirkirinê bi destê rejîma dagirker ya Baasê ya Sedam li Başûra Kurdistanê ku bi kîmyabarankirina deverên Behdînan, Balîsan, Qeredax û Şêxwesanan, bi rêya operasyonên Enfalan re destpêkiribûn. Ew jî bi sedem û armanca jinavbirin û tinekirina gelê Kurd û Kurdistanê bû.

Her ji destpêkê ve, dema rejîma Baas desthilat li Iraqê girt, dest bi komkujî û asmîlasyona Kurdan kirin. Di serî de wekû gurên har ketine giyanê Kurdên Feylî û bi dehan hezar kes kuştin û bi deh hezaran jî koçber kirin û heta niha jî çerenivîsa piraniya wan nediyare. Di destpêka salên heştêyan de 8 hezar Barzanî enfal û bi saxî binax kirin. Li prosêseka nêzî 4 salan û bi navê operasyonên Enfalan, ji Germiyan heya Behdînan zêdetirê 182.000 xelkê sivîl û bê guneh mîna celebên pêz veguhastin sehrayên başûra Iraqê û bi hovane qetil kirin. Zedetirî 4000 gundên Kurdistanê wêran kirin.

Lê ya li Helebcê qewimî, yek ji mînakên herî mezin ên tawankarî yên sedsala 20’e. Di navbera çend saetan de nêzî 5000 hezar kes hatin qetilkirin û hezaran kes jî birîndar bûn. Bi vê ve Helepce bû êş û birîneka mezin ya Gelê Kurd.

Di sedsala derbazbûyî da gelek komkujiyên mezin li ser gelê me pêk hatin. Mixabin heya niha jî temamî komkujiyên li ser Kurdan hatîne kirin wek jenosîd nehatine naskirin û di dadgehên nêvdewletî de nehatîne darezandin. Bê guman hewldan û kar û xebat ji bo wek jenosîd nasandinê hatîne kirin, lê mixabin tenê di çarçoveyên mirovî de hatîne qebûlkirin û nebûne dosyayên siyasî.

Bila her kes bizane ku xeteriyên qetlîma û komkujiyan li ser Kurdan derbaz nebûne, kî çi dibêje bila bêje, ew xeterî li çar parçeyên Kurdistanê berdewame. Her duh bû li Şengalê li ser civaka me yê Êzidî komkujî pêk anîn. Bi hezaran mirov di gorên komî de binaxkirin, bi hezaran zarok û jin revandin. Niha jî heman xeterî li ser Şengalê hene. Deh sal beriya niha qetlîameke mezin li Cizîra Botan, heşt sal pêş niha jî li Efrînê pêk hat. Heft sal pêş niha jî li Serêkanî û Girêspî heman senaryo xistin meriyetê. Du meh pêş niha li Helebê û li seranserê Rojava xwestin heman senaryoyê pêk bînin. Niha jî li herêma Rojhilata Navîn şer û pevçûnên mezin hene û xeteriya komkujiyan berdewame.

Divê em bizanin, di 38’emîn salvegera Qetlîama Helebceyê de, niha jî heman xeterî di rojevê de ye. Ji bo Helepceyên nû çênebin, divê hêzên siyasî bi hev re di nava tifaqê de bin, divê hêzên parastinê yên Kurdistanî bibin yek, bêne xurtkirin û bi hev re xwedî li Kurdistanê derkevin.

Îro jî, ji nû ve avakirin, başkirina derfetên jiyanê, dermankirina birînên hemû deverên komkujî, enfal û tewanên din têda hatî kirin, karekî me yê neteweyî, wijdanî û ehlaqiye. Yek ji erkên neteweyî, wijdanî û ehlaqî jî avadankirina Helepceyê ye û xweşkirina jiyana xelkê Helepceyê ye. Xizmetguzariya ji bo xelkê Helepceyê jî divê bi her awayî bê kirin. Helepce divê ji her alî ve ava be. Bîranîna Helepce û jenosîda Helepceyê bila tenê di çarçoveya seremoniyal da nemîne û bi aktîvîte û xebatên civakî, kulturî û hunerî ve divê herdem li bîr be.

Karesata trajîk ya Helebcê, li aliyê mirovî ve bû nasname ya mezlumiyeta Kurdan. Komkujiya li Şengalê jî bi heman arasteyê ber bi wê nasnameyê ve diçe. Li kêleka van nasnameyan berxwedan û lehengiya hêzên parastinê, bi taybetî berxwedana li Kobanê, yek çeperî û parastina hevpar ya hêzên Kurdistanî li dijî terora DAÎŞ’ê, nasnameyek berxwdêr ava kiriye. Ev cesaret û berxwedana hêzên parastinê li hember dagirkeran û terorê, herweha dengvedana wê li cîhanê, hêzeke mezin dide me û ji bo armancên me yên pîroz deriyên berfrehtir vedike.

Em Helebcê qet ji bîr nakîn. Çawa me Dêrsim, Gelyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal bi giştî, Kurdên Feylî, Yarsan, Êzidî, Şengal, Roboskî û hemû komkujiyên din yên ku bi destê dagirkeran hatî serê gelê me ji bîr nekirin, emê Cizîra Botan, Şengal, Heleb û Helepee jî ji bîr nekin.

Em carek din di kesayetiya şehîdên Helepce û Enfalan de hemu şehîdên Kurdistanê bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînîn.”