Kampa PDK-Î’yê hate bombebarankirin

Kampa Partiya Demokratîk a Kurdistan-Îran li herêma Balîsan ku dikeve bakurê Hewlêrê hate bombebarankirin.

Kampa PDK-Î’yê hate bombebarankirin
15 îlon, 2026   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) da zanîn ku li herêma Balîsan a navçeya Xilêfan a dikeve bakurê parêzgeha Hewlêrê, kampa Partiya Demokratîk a Kurdistan-Îran (PDK-Î) bi dronan hatiye bombebarankirin. 

Li gorî agahiyan di bombebaranê de tu ziyan çênebûne.

Duh Gerînendetiya Ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê dabû zanîn ku Îranê herêma Zirgiwêz a parêzgeha Silêmaniyê bi moşekan topbaran kiriye.

(np)