Li Kerkûkê baregehên Heşdî Şeebî hatin bombebarankirin

Balafirên şer ên Amerîkayê  baregehên Heşdî Şeebî yên li sînorê Kerkûkê bombebaran kirin.

Li Kerkûkê baregehên Heşdî Şeebî hatin bombebarankirin
15 adar, 2026   22:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê, balafirên şer ên Amerîkayê bombe li lîwaya 17 û 40’î ya Heşdî Şeebî ya li sînorê Gundê Melhe yê ser bi navçeya Dubiz a dikeve bakurê Kerkûkê hatiye barandin.

Têkildarî zirar û ziyanan tu agahî nehatin parvekirin.