KNK’ê bi boneya salvegera Raperînê peyamek weşand

KNK’ê bi boneya salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê peyamek weşand û diyar kir “Divê li ser prensîbên Raperînê ku yekitiya neteweyî jî di nav de ne, ji bo bidawîkirina dubendiyên siyasî û berjewendiyên hizbî xebat bê kirin.”

KNK’ê bi boneya salvegera Raperînê peyamek weşand
5 adar, 2024   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 33’yemîn salvegera Raperînê ya Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir.

Di peyama KNK’ê de wiha tê gotin:

“Bi boneya 33’yemîn salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê, em hemû gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê pîroz dikin. Ji malbatên şehîdan taybet jî malbatên şehîdên Raperînê re silav û rêzên xwe pêşkêş dikîn.

Xelkê Başûrê Kurdistanê di 5’ê Adara sala 1991’an de bi tevlîbûne hamû pêkhateyan di demek kurt de desthilata Baas ya faşîst ji hemû xaka Başûrê Kurdistanê derxist. Berhema Raperînê hilbijartina parlamento û damezrandina Hikumeta Herêma Kurdistanê bû, ev ezmûn li Kurdistanê xewna salan ya gelê me bû.

Piştî 33 salan piştî raperînê, ji ber xirab rêveberin û nakokiyan, destwerdana derve, destkeftiyên xelkê Kurdistan ku berhemê Raperînê bûn, niha hemû ketine bin gefên tinebûnê de.

Em wek KNK’ê bang dikin, divê li ser prensîbên raperînê ku yekîtiya netewî jî di nav deye, ji bo dawî anîna dubendiyên siyasî û berjewendiyên hizbî xebat bê kirin. Divê rêgezên azadî, demokrasî, hilbijartin û rêveberiya baş bê şopandin.

Pirsgirêkên xelkê werin çareserkirin û baweriya civakê ya bi ezmûna siyasî ya Kurdistanê were zindîkirin. Bi vê boneyê em carek din weke Kongreya Netewî ya Kurdistanê bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin, ji bo rûbirû bûyîna pirsgirêkan bicivin û stratejiyek nîştimanî deynin ser maseya guftugoyê ku rê li ber rojeva dijmin û dagirkeran bigire.”