KNK:  Em bi hêvî ne peyman bibe wesîleya aştî û aramiyê

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî îmzekirina peymana di navbera Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri de got: "Em bi hêvî ne ku ev peyman, bi hewldanên QSD’ê bibe zemîn û wesîleya ku hemû gelên Rojava û tevahiya xelkên Sûrî di nav aştî û aramîyê de bijîn û bi xwe re îstiqrara siyasî û civakî peyda bike."

KNK:  Em bi hêvî ne peyman bibe wesîleya aştî û aramiyê
11 adar, 2025   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî îmzekirina peymanê di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Berfirehiya daxuyaniyê wisa ye:

"Di roja 10.03.2025‛an de di navbêna serokatiya Hêzên Suriya Demokratîk(QSD) birêz Mazlûm Ebdî û serokê demkî yê Surîye Ehmed El Şeri de peymanek hate îmzekirin. Peyman ji 8 xalên sereke pêk tê û di pêvajoya rêkeftina peymanê de rol û piştgirîya welatên weke Amerîka, Britanîya, Fransa û Almanya hebûye.

Li gor peymanê dê Kurd tevî pêvajoya demkî ya avakirina Surîya nûh û nivîsandin makezagona tevaya Sûriye bibin. Mafên siyasî û millî tê de bên misogerkirin. Di heman demê de garantî û misogerkirina saziyên sivîl û leşkerî hebe. Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) dê bibe terefekî avakirina artêşa paşerojê ya Sûrî. Di peymanê de rêkeftinek li ser petrol û gaza li herêma di bin kontrola QSD ê de ligel rêvebirîya giştî ve bê parvekirin. Helbet peyman ne ji van xalan tenê pêk tê. Peyman çarçoveya rêkeftinê, nêt û daxwaza terefan dide xuyakirin û ji bo cihbicîhkirina peymanê û hemû xalên pêve girêdayî dê komîteyên ji pisporan bên destnîşankirin û bê muzakerekirin.

Bê guman a herî girîng, ku bi vê peymanê hebûn û qebûlkirina gelê Kurd  dê di makezagonê de bê misogerkirin û em bi hêvî ne ku rê li ber çareseriya siyasî û statuya fermî ya Rojava veke. Ev serkeftineke dîrokî ye û di berjewendîyên hemû terefan de ye. Ev gava pêşî ne ji bo çareseriya may,nde çi ji bo rêzgirtina li ol û etnîsîteyên cuda çi li herêma di bin kontrola QSD’ê  de û çi li tevahya Suriyê de gelekî girîng e.

Em weke KNK’e vê peymanê gelekî girîng dibînin û weke pêngaveke sereke  ji bo peydakirina çareseriya kêşeyên siyasî û neteweyî li tevaya herêmê û cihbicihkirina îstîqrarê bi xwe re bîne. Em baş pê serwextin dema ku ev peymana hate îmzekirin hewldanên êrişên hovane li hemberî xelkê sivîl yên Elewî, Nuseyrî û xirstiyanan rû didan. Em bi hêvî ne ku ev peyman, bi hewldanên QSD’ê bibe zemîn û wesîleya ku hemû gelên Rojava û tevahiya xelkên Sûrî di nav aştî û aramîyê de bijîn û bi xwe re îstiqrara siyasî û civakî peyda bike.

KNK’ê piştgirîyê dide vê pêvajoyê û daxwazê ji hemû hêzên demokratîk û aştîxwaz dike ku bi armanca serkeftinê û peydakirina çereseriya siyasî ji bo hemû kêşeyên heyî piştgirîyê lê bikin."

(fr)