KNK: Di bin sîwana KNK’ê de kom bibin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di salvegera xwe 25'an a damezrandina KNK'ê pîroz kir.

KNK: Di bin sîwana KNK’ê de kom bibin
24 gulan, 2024   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN 

Konseya Rêveber a KNK'ê di salvegera 25'an de damezrandina xwe bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Di destpêka daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku KNK  di 24-25-26.05.1999'an de li bajarê Amsterdam ê Hollandayê bi beşdariya gelek mêvan û dostên Kurdan nûnerên gelê Kurdistanê li hev kom bûn û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ragihandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ew roj rojeke dîrokî bû. Cara yekem bû ewqas nûnerên partî, rêxistin, sazî û pêkhateyên Kurdistanî û ji hemû pîşeyan kesayetên serbixwe yên Kurdistanê, dihatin ba hev û dezgeheke neteweyî ava dikirin. Di xebata yekîtiya neteweyî de, di vê astê da gava yekem bû û di dîroka Kurdistanê da mînakeke weke vê nîne. Lewma jî ev roj bû dîrok û bû rojeke pîroz.

Yekîtîya neteweyî ya Kurdan, serê sedan salane bûye xwestinek mezin, bûye xewn û  xeyala şairan, nivîskaran, xebatkaran, serok û rêberan. Şair û nivîskarê mezin Ehmedê Xanî 330 sal pêş niha vê xeyala xwe vî rengî dinivîse:

'Ger dê hebûya me tifaqek

Vêkra kiriba me inqiyadek

Tekmîl dikir me dîn û dewlet

Tehsîl dikir me ilm û hikmet'

Her wiha Hacî Qadir ê Kûyî ku weke Ehmedê Xanîyê duyem tê binavkirin, 140 sal pêş niha, wiha dewam dike:

'Lem beyne ittifaqî peyda biken be merdî

Şertek e ke bo hemû temam e

Ew şerte be kullî îttîfaq e'

Gelek serok û rêberan jî xwestine yekîtiyê ava bikin, lê mixabin bi ser neketine. Avakirina KNK'ê berdewama karên wan hemûya ne, avakirina KNK'ê pêkanîna wesyet û xewnên wan e."

Daxuyaniya KNK'ê bi vî rengî dewam kir: "KNK, ji roja avabûnê pê ve xebata xwe ya pêkînana tifaqa mezin ya neteweyî û niştimanî dike. KNK wekî dezgehekî neteweyî û niştimanî di van 25 salan da gelek xebatên giring pêk anîn. Bîr û hizra yekîtîya navxweyî hate bilindkirin. Diyaloga navxweyî hate xurt kirin. Di warê dîplomasiya navxweyî û derve de gavên girîng hatin avêtin. KNK'ê bi kar û xebata xwe ya salan, di navbera Kurd û Kurdistaniyan da edetekî pozîtîf ava kir. Her kom û kombûna KNK'ê, bû şêwreke neteweyî û niştimanî. Di warê têkiliyên navxweyî de hiqûqek hate temînkirin.

Bi îlana Cejna Zimanê Kurdî, KNK'ê tradisyoneke mezin da destpêkirin ku îro bûye cejneke seranserî û neteweyî li Kurdistanê û meydanên dîasporayê û her sal tê pîrozkirin.

Bi beyana Belgeya Stratejîk ve di têkilî û pozisyonên dînamîkên Kurdistanê de normên hiqûqî û exlaqî hatin destnîşankirin ku herkes rîayet bike.

Ji avabûna KNK'ê heta niha çarêk sedsal derbas bûn. KNK, wê hewldanên xwe yên yekkirin û xurtkirina dîplomasiya Kurdistanê, mezintir bike. KNK, wê hewl bide hemû hêzên parastina Kurdistanê di bin yek koordînasyonê da kom bike û xurt bike. KNK, wê bê navber hewlên xwe yên serxistina şoreşa Kurdistanê li hemû parçeyan xurttir bike. Her wiha KNK, wê bê rawestan ji bo armanca mezin a yêkîtîya neteweyî û niştimanî wê kar bike.

KNK di 25 saliya xwe de li ber ronahiya felsefeya Ehmedê Xanî, careke din banga hemû xelkê Kurdistanê dike; çi reng dibe, çi hêz dibe, bi çi bîr û bawerî û ramanê dibe, ferq nake, werin nava KNK'ê. Cihê hemû Kurdistaniyan di bin sîwana KNK'ê de heye.

Di van 25 salan de hinek endam û damezrênerên KNK'ê şehîd ketin û hinekan jî jiyana xwe ji dest dan. KNK di şexsiyata Ismet Şerîf Wanlî, Îbrahîm Ehmed û Şehîd Denîz Bulbun de, hemû şehîdên Kurdistanê û hemû endamên KNK'ê yên jiyana xwe ji dest dan, bi dilekî germ bîr tîne û li ber bîranîna wan rêz digre

Bi vê munasbetê em careke din, 25 saliya damezrandina KNK'ê, li hemû gelên Kurdistanê û dostan Kurdan pîroz dikin û ji hemû hêzên neteweyî re serketinê dixwazin."