Lîsteyên namzetan sibe tên eşkerekirin

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan wê sibe lîsteyên namzetên şaredariyan eşkere bike.

Lîsteyên namzetan sibe tên eşkerekirin
24 gulan, 2024   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo hilbijartinên şaredariyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ku dê 11’yê Hezîranê werin pêk anîn, dema serlêdanê 21’yê Gulanê (2024) bi dawî bibû. 

Komîseriya Bilind a Hilbijartinê di nava 3 rojên piştî bidawîbûna dema serlêdanan (22-23-24 Gulan) de,  lîsteyên partî, rêxistin û serbixweyan lêkolîn kirin û îtîraz qebûl kirin.

Li gorî agahiyên ku rayedarên Komîseriya Bilind dane ANHA’yê, hemû îtîraz hatine girtin û lêkolînên dawî hatine kirin.

Rayedarên Komîseriya Bilind diyar kirin ku ew ê sibe bi daxuyaniyekê lîsteya namzetan eşkere bikin.

(a)
ANHA