`Kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan sûc in`

Şêniyên Girkê Legê pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê şermezar kir û wek sûcekî ku nayê efûkirin, wesifand. Şêniyan destnîşan kir ku heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, dê têkoşînê bidomînin.

`Kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan sûc in`
23 cotmeh, 2024   02:40
GIRKÊ LEGÊ
ROHAT XELEF

Dewleta Tirk a dagirker pergala îşkence û qirkirinê li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike. Li hember vê pergalê, nerazîbûn û bertek zêde dibin.

Şêniyên bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê ev pergal şermezar kir.

Salih Mihemed der barê mijarê de got: "Pergala li ser Rêber Abdullah Ocalan, sûc e û nayê efûkirin. Girankirina vê pergalê ji aliyê dewleta Tirk ve, li dijî tevahî peyman û qanûnên navneteweyî ye."

Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan ditirse ji ber wê pergala îşkence û qirkirinê roj bi roj girantir dike.

Mihemed di dawiyê de got: "Gelê Rojava û seranserî cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin. Lê ev têrê nake divê têkoşîn berdewam bike. Divê rêxistinên mafên mirovan ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe, erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

Eyşe Mistefa jî anî ziman ku jinan di oxira azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de gelek hewldan kiriye lê têrê nake.

Eyşeyê ji ber wê bang li jinan kir ku hewldanên xwe bikin yek û têkoşînê mezintir bikin.

Baran Mistefa jî got dewleta Tirk bi rêya pergala îşkence û qirkirinê hewl dide Rêber Abdullah Ocalan ji gel dûr bixe û rê li pêşiya belavbûna ramanên wî bigire.

Mistefa di dawiyê de got: "Em ê li hember vê pergalê bê deng nemînin. Dê li qadan bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bidestxistin."

(şx)

ANHA