Kirêya hatin û çûna di navbera bajaran de ne wekhev e; xelk gazincan dike

Şêniyên Hesekê ji ber kirêya ne wekhev a çûn û hatina di navbera Hesekê û bajarên din ên herêma Cizîrê de gazincan dikin. Daxwaz hene ku kirê bê yekkirin û careke din mazota xizmetguzariyê ji bo teksiyan bê dayîn.

Kirêya hatin û çûna di navbera bajaran de ne wekhev e; xelk gazincan dike
Kirêya hatin û çûna di navbera bajaran de ne wekhev e; xelk gazincan dike
Kirêya hatin û çûna di navbera bajaran de ne wekhev e; xelk gazincan dike
Kirêya hatin û çûna di navbera bajaran de ne wekhev e; xelk gazincan dike
Kirêya hatin û çûna di navbera bajaran de ne wekhev e; xelk gazincan dike
Kirêya hatin û çûna di navbera bajaran de ne wekhev e; xelk gazincan dike
Kirêya hatin û çûna di navbera bajaran de ne wekhev e; xelk gazincan dike
Kirêya hatin û çûna di navbera bajaran de ne wekhev e; xelk gazincan dike
29 tîrmeh, 2026   05:05
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Di kirêya çûn û hatinê ya di navbera bajarê Hesekê û bajarên din ên herêma Cizîrê de cudahî heye, kirêya çûnê ji ya hatinê cudatir e û ev yek bûye sedema nerazîbûna şêniyan.

Kirêya rê ya ji Hesekê heta Qamişloyê 30 hezar lîreyê Sûriyeyê ye, lê ya ji Qamişloyê heta Hesekê 15 hezar lîre ye. Li hinek bajarên din jî bi vî awayî ye, şênî dixwazin kirê bê yekkirin.

Şêniyê bi navê Ebdulrehman Emîn ku ji Hesekê berê xwe dabû bajarê Qamişloyê, got: “Dema em ji bajarekî diçin bajareke din, cudahî di navbera kirêyan de heye. Ev pirsgirêk barê me giran dike, li herêmê xwendekar, kesên temenmezin û nexweş hene, kirêyên rêyan ji bo wan biha ne.”

Emîn ev daxwaz kir: “Divê em li buhayê berê yê kiriya veguhastinê vegerin û careke din mazot ji bo teksiyên taybet ên di navbera Hesekê û bajarên din de, li ber çavan bê girtin.”

Xwediyê teksiyeke rêya Hesekê-Dirbêsiyê Xalid Hiso got: “Ji mehekê bêhtir para me ya mazotê nehatiye dayîn, em neçar dimînin mazotê bi 12 hezar lîreyî bikirin, pirî caran em bi buhayekî zêdetir mazotê dikirin.”

Xalid Hiso wiha dewam kir: “Me kirêya kesekî ji bo ku biçe Dirbêsiyê kir 25 hezar lîre, lê hîn jî ev buha ji bo me ne guncaw e, em bi 260 hezar lîreyî mazotê dadigirin û bi lêçûneke digihêje 275 hezar lîreyî em berê xwe didin Dirbêsiyê, wê demê çi ji me re dimîne?”

Xwediyê teksiyeke rêya Hesekê-Amûdê Ehmed Fîras jî got: “Pirsgirêka me sotemenî û nebelavkirina para me ye, em mazota biuha bi 12 hezar lîreyan dikirin, em ji her kesekî 25 hezar lîreyan dixwazin, kiriya rê ji Amûdê-Hesekê bi 15 hezar lîreyan e ji ber li wir xwediyê teksiyan para xwe ya mazotê digirin.”

Ehmed Fîras wiha got: “Em li bajarê Hesekê di vê rewşa heyî ya ku her tişt biha ye, nikarin berê xwe bidin cihê temîrkirina erebeyan.”

Fîras got: “Erebeyên veguhestina hundirîn li bajarê Hesekê mazota veguhestinê digirin, kirêya her kesekî bi 2 hezar lîreyan e, lê em 76 kîlomitreyan diçin jî tenê 35 hezar lîreyan digirin.”

Me gazincên xelkê û xwediyên teksiyan bi Sendîkaya Ajokaran re parve kirin. Sendîkayê ji ajansa me re ev yek diyar kir: “Pirsgirêk tenê li bajarê Hesekê heye, li bajarên din mazota xizmetguzariyê ji bo teksiyan tê dayîn. Em wekî sendîka li ser esasê gazincên xwediyê teksiyan me gelek daxwaz pêşkêşî Sadkopê û Gerînendetiya Veguhastinê kirin, lê heta niha me tu însiyatîfên wan ên ji bo çareserkirina pirsgirkê nedîtine.”

(sb)

ANHA