Katz: Em ji tevahî senaryoyan re amade ne û dixwazin li Îranê bidin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got ku welatê wî xwe ji tevahî senaryoyan amade dike û dixwaze tesîsên enerjiyê yên Îranê bike hedef.

Katz: Em ji tevahî senaryoyan re amade ne û dixwazin li Îranê bidin
28 tîrmeh, 2026   17:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael ji dezgehên ragihandinê re got, "Îsraîl xwe ji her ssenaryoyek gengaz  amade dike û anî ziman ku welatê wî dixwaze tesîsên enerjiyê yên Îranê bike armanc, lê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di dema heyî de li dijî vê gavê ye."

 Katz di dewama axaftina xwe de gefa bersiveke leşkerî ya giran li Îranê xwar û got, eger êrişî Îsraîlê bike dê "derbeyek wêranker" bixwe.

Li gorî hin nûçeyan, hikumeta Îsraîlê hewl dide "Şewqa kes" ji DYA‘yê bistîne da ku êrişên nû li dijî Îranê bide destpêkirin. Lê çavkaniyan ji Desteya Weşanê ya Îsraîlê re got, tesîsên enerjiyê hîna di lîsteya hedefên ku Hêza Hewayî ya Îsraîlê hîn lê nexistiye de mane.

(b)