‛Kesên tiliyên wan di bertîlgirtinê de hene û erkên xwe bi cih neanîne hatin girtin’

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kesên destên wan di bertîlê de hene û erkên xwe bi awayekî nebaş bi kar anîne aşkera kirine û dîmenên lixwemikurhatinên wan parve kirin.

‛Kesên tiliyên wan di bertîlgirtinê de hene û erkên xwe bi cih neanîne hatin girtin’
6 gulan, 2025   19:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew hemleya xwe ya şopandina gendelî û binpêkeran dewam bikin û diyar kir ku ew girîngiyê de didin parastina rûmeta welatiyan.

Fermandariyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyand ku hêzên wan komek endamên ku delîlên berbiçav ên beşdarbûna wan di dozên bertîlxwarinê de heye û erkên xwe şaş û nebaş bi kar anîne girtin, ji ber ku wan zirar gihand welatiyan.

Fermandariyê, bi rêya navenda xwe ya medyayê, dîmenên lixwemikurhatinên hin ji kesên têkildar belge dikin, di bin sernavê "Kes li jor qanûnê nîn e" de parve kirin. Dema ew kes tên girtin bi dîmen hat weşandin. Ev yek jî zelalî û berpirsiyariyê di nava saziyên ewlehiyê de nîşan dide. 

Fermandariyê teqez kir ku wê qanûn bi ser bikeve û edalet dê ji bo hemû kesên tohmet li wan îsbat bûye were pêkanîn. Fermandariyê biryardariya xwe ya ji bo berdewama pêvajoya reformê û têkoşîna dijî gendeliyê bi hemû awayên wê, ji bo misogerkirina ewlehî û aramiya civakê dubare kir.

(fr)