Şamê efserên girtî veguhastin girtîgehên Efrînê

Desthilata Şamê efserên rejîma berê yên girtî veguhastin girtîgehên bajarê Efrîna dagirkirî. Di heman demê de desthilata Şamê aqûbeta zêdetirî 8 hezar girtiyên li girtîgehên Hema, Edra û Harimê tu vedişêre û Wezareta Parastinê red kir ku tu daxuyaniyan pêşkêş bike

Şamê efserên girtî veguhastin girtîgehên Efrînê
6 gulan, 2025   19:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku desthilata Şamê di neaşkerkirina aqûbeta dosyaya zêdetirî 8 hezar girtiyên li girtîgehên Hema, Edra û Harimê de dewam dike. Ew girtî jî ji nêzî 146 rojan ve ragirtî ne.

SOHR'ê ragihand ku efserên rejîma berê yên li gel desthilata Şamê ragirtî ne, bêyî ku tu daxuyaniyên fermî ji aliyê Wezareta Berevaniyê ve werin derxistin, ji girtîgeha Hemayê veguhastin bajarê Efrîna dagirkirî. Çarenûsa efserên ragirtî jî hîn nediyar e.

SOHR'ê diyar kir ku di girtîgehên navborî de efser û leşkerên rejîma berê yên ku tu şer bi desthilata Şamê re nekirin û xwe teslîm kirine hene, li kêlek wê jî sivîlên di serdegirtinan û li rêbendan hatine girtin jî di girtîgehan de hene.

(mh/fr)