Artêşa Tirk gundiyan neçarî koçberbûnê dike

Li gundên navçeyên Elk û Basa yên Şirexê ku bi mehan e artêşa Tirk a dagirker dorpêç kirine, gundî ji neçarî sewalên xwe difiroşin û koç dikin.

Artêşa Tirk gundiyan neçarî koçberbûnê dike
28 cotmeh, 2023   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Şikefta Sor, Kepiyê Ga, Mila Redê, Kanîreş, Nihala Şengê, Girê Bîkê, Kora Bizîwan û Çelê Zeviyan yên gundê Bilbêsê yên navçeya Elk a Şirnexê Walîtiya Şirnexê ya dewleta Tirk a dagirek di navbera 29’ê Tîrmeh-4'ê Tebaxê û 8-23'yê Tebaxê de 2 caran têketin û derketina gund qedexe kiribû. Li gel qedexeya Walitiyê li gund leşkeran bi ser malan de girtibûn welatî binçav kiribûn. Di dorpêça leşkeriyê de bejahiya gund ji hewayî hatibû bombebaran kirin. Di bombarbaranê de gelek dar hatibûn şewitandin û zindî hatibûn qetilkirin. Gundiyên ku bi mehan in di bin dorpêça leşkeriyê de ne ji ber qedexeya Walitiyê ya fîîlî nikarin giya û çilo ji pezê xwe re kom bikin. Ji ber vê yekê welatî nêçar man pezê xwe bifiroşin. Hate zanîn ku di gund de ji 30 malbatan 20 malbat ji nêçariya xwe derbasî navenda Elkê bûne.

Li gorî nûçeya MA’yê şêniyeke gund ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku ji ber dorpêça leşkerî gundî koç dikin û ev agahî dan: “Leşker hê niha jî li bêjahiya gund hene. Kengî bixwazin tên dikevin gund û di malan de lêgerînê dikin. Ji xeynî cihê ku avahî lê hene hemû deverên gund qedexe kirine. Ji ber vê jî ji pez re giya nehate berhevkirin û pez bê giya ma. Ji ber wê gundiyan sewalên xwe firotin. Bi zorê gel koçber kirin û gund vala dikin. Zivistanê 5-6 mal diman gund. Ew ê jî ji ber dorpêçê nemînin û dê derkevin.”

Her wiha di 14’ê îlonê de 5 herêmên navçeya Basa ya Şirnexê jî ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve ji bo 15 rojan hatibûn qedexekirin. Di nav deverên qedexekirî de gundê Bana yê bi ser navçeya Basayê ve jî hebû. Gundê Bana jî sê mehan bêtir e di bin dorpêça leşkerî de ye. Leşkerên ku li bêjahiya gund hatine bicihkirin di nava gund de dibe sedemê tirsê.

Şêniyên gund anîn ziman ku ew bi destûrê diçin baxçeyên xwe û got: “Gund ev 3 meh e di bin dorpêçe de ye. Heta ku em destûr nexwazin em nikarin biçin nav baxçeyên xwe. Ji ber wê zehmetî dikişînin. Bi zanebûn piştî ku karê baxçeyan tê kirin bi dawî bû qedexe rakirin. Niha bi destûrê diçin lê êdî kes naçe nav baxçeyan. Wexta baxçe xelas bû.”