Kêliya hedefgirtina ambulancê

Dewleta Tirk a dagirker ambulanca Hevya Sor a Kurdî hedef girt, lê tu windahî çênebûn.

Kêliya hedefgirtina ambulancê
13 ÇILE, 2025   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîmena ku ji hundirê ambulanca Heyva Sor a Kurdî hatiye kişandin de diyar dibe ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî yekser ambulancê topbaran dikin.

Ji dîmenê xuya dibe ku li ser rêya derdora Bendava Tişrînê topa dagirkeran li pêş wê dikeve, lê tu windahî çênebûn.

Li gorî qanûnên navneteweyî hedefgirtina tîmên tibî sûcekî şer e û li sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyeyê kirine zêde dibe.

(fr)