Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir

Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mazlûm Ebdî nûnerê serokê PDKˋê Mesûd Barzanî Dr. Hemîd Derbendî qebûl kir.

Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
13 ÇILE, 2025   17:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Mesûd Barzanî Dr. Hemîd Derbendî îro derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û bi Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mazlûm Ebdî re hevdîtin pêk anî.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di hevdîtina ku ji çapemeniyê girtî pêk hat de, Derbendî peyama Mesûd Barzanî ragihand. Hat gotin ku di peyamê de behsa girîngiya hevkariya Kurdan a li hemberî zehmetiyên ku li Sûriyeyê tên jiyankirin hatiye kirin.

Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mazlûm Ebdî jî li ser girîngiya parastina destkeftiyên Kurdan, pêkanîna aramiya li herêmê rawestiya û diyar kiriye ku di vê demê de pêwîst e navbera hemû partiyên Kurd de hewldanên hevpar hebin.

(fr)