Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Berxwedan

Xelkê kantona Reqayê sersaxî da malbata şervanê Hêzên Komandos ên QSDˋê şehîd Mustefa Hecî Mihemed (Berxwdan) û got, "Hûn nikarin vîna gelê aşiqê azadiyê û bi hezaran şehîd di oxira wê de dane, bişikînin."

Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Berxwedan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Berxwedan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Berxwedan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Berxwedan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Berxwedan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Berxwedan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Berxwedan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Berxwedan
13 ÇILE, 2025   17:08
REQA

Xelkê kantona Reqa, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û leşkerî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, partiyên siyasî, meclisên gel û komînan sersaxî da malbata şervanê Hêzên Komandos ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Berxwedan (Mustefa Hecî Mihemed Siwêyî).

Şervan Berxwedana di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a 10ˋê Çileyê ya li dijî depoyên genim ên bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê de şehîd bûbû.

Di merasîma sersaxiyê de hevserokê Meclisa Gelan a kantona Reqayê Xedîm Îdan sersaxî da malbata şehîd û got: "Em lehgeniyên xwe yên li eniyên Bendava Tişrînê ku destanên lehengî û fedakariyê dinivîsînin silav dikin. Îro jî gelê me yê ji kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo parastina bendavê berê xwe da bendava Tişrînê."

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya xeta başûr Ayşe El Hesen sersaxî da malbata şehîd û got: "Neteweya demokratîk her tim bi şehîdên di oxira welat û doza xwe ya adilane de canê xwe feda kirine serbilind e, ji lew re em bejna xwe li hember wan şehîdên leheng ditewînin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(fr)

ANHA