KCK’ê ji bo Pêşmergeyê Dêrîn Umer Hacî Hisên peyama sersaxiyê weşand

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi boneya wefata Pêşmergeyê Dêrîn Umer Hacî Hisên peyamek sersaxiyê weşand û hate gotin; “Wefata heval Umer Hacî Hisên ji bo gelê me xisarek mezin bû, ewê hertim di bîra gelê Kurdistan, şoreşger û welatparêzan de bimîne.”

KCK’ê ji bo Pêşmergeyê Dêrîn Umer Hacî Hisên peyama sersaxiyê weşand
3 mijdar, 2024   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi boneya wefata têkoşer û Pêşmergeyê Dêrîn Umer Hacî Hisên peyamek sersaxiyê weşand.

Peyama KCK’ê wiha ye:

 “Mixabin me nûçeya wefata kesayetê têkoşer, pêşmergeyê dêrîn û nîştimanperwerê hêja Umer Hacî Hisên bihîst. Bi vê boneyê em sersaxiyê ji malbat û hemû gelê Başûrê Kurdistanê dixwazin. Bi taybet jî em sersaxiyê li gelê xwe yê Kerkûk, Çemçemal û malbata hêja re dixwazin.

Heval Umer Hacî Hisên nûnertiya hestê şoreşgerî û nîştimanperweriyê dikir û 45 salan hertim ji bo azadî û yekitiya gelê Kurd têdikoşiya. Bi dirêjiya temenê xwe dijî dagirkeriya ser Kurdistanê xwedî helwest bû.

Heval Umer Hacî Hisên weke pêşmergeyek leheng, bi girtîgeh, êşkenceya rejîma Sedam Hisên re rûbirû ma. Hest vîn û bedena rêheval çîroka wêrekî, fedekarî, lehengî û çavkaniya wêrekiyê ye. Ji dil û can bawerî bi yekîtiya netewî di anî û li ser bingehê felsefe û jiyana Rêber Apo dijî şerê navxweyî yê li Başûrê Kurdistanê bû xwedî helwest.

Wefata heval Umer Hacî Hisên ji bo gelê me xisarek mezine û ew weke şehîdek serbilind û xwedî mîrateyek mezin ya şoreşgerî, wê hertim di dilê gelê Kurdistan, şoreşger û welatparêzan de bimîne.