2 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Şedadê 2 bazirganên madeyên hişbir girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê girtina 2 bazirganên madeyên hişbir de daxuyaniyek weşand.
Di daxuxyaniyê de hate gotin, Hêzên Dijî Madeyên Hişbir duh (Şemiyê 2ˈê Mijdar) li gundekî bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê de 2 bazirganên madeyên hişbir girtin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her du bazirgan piştî şopandina tevgerên wan û bidestxistina agahiyên piştrast ên li ser karên wan hatin zeftkirin.
Li gorî daxuyaniyê, 99 gram madeya krîstal a hişbir ku li gel her du bazirganan hate dîtin, hat desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her du bazirganan piştî li xwe mikur hatin ku wan madeyên hişbir di nava welatiyan de belav dikirin, sewqî dadgehê hatin kirin da ku cezayên xwe bistînin.
(bb)