KCK’ê ji ber wefata Hacî Mihemed Bamukî peyama sersaxiyê weşand

KCK’ê bi peyamekê sersaxî ji malbata kesayetê naskirî yê Helebceyê Hacî Mihemed Bamukî re xwest.

KCK’ê ji ber wefata Hacî Mihemed Bamukî peyama sersaxiyê weşand
24 adar, 2024   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

KCK’ê bi peyamekê sersaxî ji malbata Hacî Mihemed Bamukî û xelkê Helebce re xwest. 

Di peyama sersaxiyê ya KCK’ê de tê gotin: “Em sersaxiyê ji xelkê Helebce û malbata hêja ya Hacî Mihemed Bamukî re dixwazin û xema we parve dikin. Hacî Mihemed Bamukî kesayetek civakî û nîştimanperwer bû. Hertim hewl dida xizmeta gelê xwe bike.”

Hacî Mihemed Bamukî sermayedar û kesayetek naskirî yê Helebce û Silêmaniyê bû. Di sala 1932’yan de li gundê Bamukî yê Helebceyê hatiye dinê. Heta dibistana seretayî xwendiye. Pênc kur û pênc keçên wî hene. Di şeva 21’ê Adarê de ji ber nexweşiyê di temenê 92 salî de koça dawî kir.