KCDP: Di Sibata 2025’an de 16 jin hatin qetilkirin

KCDP’ê rapora meha Sibatê weşand. Li gorî raporê; 16 jin hatin qetilkirin û 21 jin jî bi rengekî bi guman mirî hatin dîtin.

KCDP: Di Sibata 2025’an de 16 jin hatin qetilkirin
3 adar, 2025   17:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora têkildarî cînayetên jinan a meha Sibatê weşand. Di meha Sibatê ya sala 2025’an de 16 jin hatin qetilkirin û 21 jin bi rengekî bi guman mirî hatin dîtin.

Li gorî daneyan, jinên vê mehê hatine qetilkirin ji sedî 69 di malên xwe de hatine qetilkirin.