Karwana berxwedêrên Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê

Karwana berxwedêrên ji bajarên Dêrik, Çilaxa, Rimêlan, Girkê Legê û Koçerat ên kantona Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê.

Karwana berxwedêrên Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
Karwana berxwedêrên Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
Karwana berxwedêrên Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
Karwana berxwedêrên Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
Karwana berxwedêrên Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê
3 adar, 2025   18:44
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Karwana gel a ji bajarên Dêrik, Çilaxa, Rimêlan, Girkê Legê û Koçerat ku di saetên sibehê de ber bi bendavê ve derket rê, gihîşt Bendava Tişrînê.

Di kêliya gihîştina karwana gel de, berxwedêrên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Hol, Şedad û Til Birakê ku di 28’ê Sibatê de gihîştibûn bendavê, bi coş û moraleke mezin û bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Tişrînê”, “Bijî Berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê” karwan pêşwazî kir û jinan jî pankrata "8’ê Adarê li we pîroz be" hilda.

Sibe, gelê ji bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbesiyê, Hol, Şedadê û Til Birakê ku di 28’ê Sibatê (2025)ve li bendavê ne,  vedigere bajarên xwe.

Ji 8’ê Çileya 2025’an ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo parastina bendavê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, kom bi kom berê xwe dide Bendava Tişrînê.

(bm/fr)

ANHA