Katz: DYA bixwaze jî em ji Lubnanê venakişin

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz careke din mayîna hêzên xwe li başûrê Lubnanê anî ziman û got DYA bixwaze jî ew hêzên xwe venakişînin.

Katz: DYA bixwaze jî em ji Lubnanê venakişin
24 hezîran, 2026   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz careke din ragihand ku artêşa Îsraîlê ji başûrê Lubnanê venakişe.

Katz di daxuyaniyekê de ku îro parve kiribû, got: "DYA bixwaze jî em hêzên xwe ji başûrê Lubnanê venakişin. Em ê nehêlin 200 hezar niştecihên mêtingehên bakur wekî berê gefan bixwin."

Katz anî ziman ku artêşa Îsraîlê dê ji "herêma ewlehiyê" ya li Sûriye û Lubnanê dernakeve.

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar jî got: "Dan û standinên ku ji roja sêşemê ve li Washingtonê bi Lubnanê re didomin, dîrokî û pir girîng in."

Saar got Hizbullah gefê li ser serxwebûna Lubnanê û ewlehiya Îsraîlê dixwe.

Serokwezîrê Lubnanê Newaf Salam jî di daxuyaniyên îro de anî ziman ku "pirsgirêka bêçekkirina Hizbullahê ne ji bo razîkirina Îsraîlê ye.”

(bb)