Karwana alîkariyan deriyê Tebqa derbas kir û kete rêya peravê
Karwana alîkariyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deriyê kantona Tebqayê derbas kir û ber bi Selemiyê ve çû û ji wir jî wê ber bi herêmên perava Sûriyeyê ve bikeve rê.

Heyva Sor a Kurd îro yekemîn karwana alîkariyên mirovî bi tevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi perava Sûriyeyê ve kir rê. Ev alîkarî ji bo xelkê li peravê tê şandin ê ku rastî komkujî û êrişan hatine.
15 kamyon ji bajarên Qamişlo û Hesekê gihîştin Reqayê û 5 kamyonên din jî ji Reqayê tev li karwan bûn û beriya çend kêliyan berê xwe da deriyê kantona Tebqa ku ji wir jî ber bi perava Sûriyeyê werin şandin.
Ev însiyatîf ruhê hevgirtinê di navbera xelkê welat û tevahî pêkhateyan de, nîşan dide.
Li gorî Heyva Sor a Kurd, wê alîkarî bi rêya rêxistinên civaka sivîl ên li perava Sûriyeyê bi çavdêr û şopandina endamên Heyva Sor a Kurd werin belavkirin.
(fr)
ANHA