Mazlûm Ebdî sersaxî da malbata qurbaniyên bombebarana Kobanê

Der barê bombebarana dewleta Tirk a dagirker li dijî gundewarê Kobanê de ku di encamê de komkujiyek pêk hat, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî peyama sersaxiyê da û şifaya lezgîn ji birîndaran re xwest.

Mazlûm Ebdî sersaxî da malbata qurbaniyên bombebarana Kobanê
17 adar, 2025   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li ser rûpela xwe ya X’ê peyama sersaxiyê ji bo qurbaniyên gundewarê Kobanê da.

Mazlûm Ebdî di peyama xwe de ev tişt got:

"Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên ku di encama bombebarana dewleta Tirk a li ser gundewarê Kobanê de jiyana xwe ji dest dane dixwazin û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazin. Hedefgirtina cotkar û zarokên wî sûcê mirovî ye.

Divê hikumeta veguhêz li hemberî qetilkirina welatiyên xwe ku bi destê dewletên din tên qetilkirin, berpirsiyariya xwe hilgire. Her wiha em bang li Koalîsyona Navneteweyî û hêzên aktîv dikin ku bi erkên xwe yên rawestandina van sûcan rabin.

Pêkanîna agirbestê li seranserî Sûriyeyê, pêwîstiyek e ku qonaxa veguhêz a ber bi Sûriyeya aram û ewle ve, bi ser bikeve."

(fr)