Hizbullah êrişî kargeheke leşkerî ya Israîlê kir

Hizbullah li başûr rojhilatê Akayê êrişî kargeheke leşkerî ya Îsraîlê kir, di encamê de 2 Îsraîlî birîndar bûn.

Hizbullah êrişî kargeheke leşkerî ya Israîlê kir
27 cotmeh, 2024   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullahê îro danê sibehê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku hêzên wan bi belafireke bêmirov a xwekuj êrişî şirketa Yodîvat a pîşeyên leşkerî ya li başûr rojhilatê bajarê Akayê kir.

Rêxistina "Stêrka Daûd a Sor" jî ragihand ku di encama êrişeke bi balefireke bêmirov a li dijî şirketa Yodîvat a pîşeyên leşkerî ya li başûr rojhilatê bajarê Akayê de du îsraîlî birîndar bûne.

Artêşa Israîlê jî çend caran bajarokê Qaqiyet Elcisir yê girêdayî qezaya Nebetiyê û bajarokê Burc Elşimalî yê başûrê Lubnanê bombebaran kir, di encamê de 3 kes hatin kuştin 2 jî birîndar bûn.

(k)