Çapemeniya erebî: Şerê Rojhilata Navîn sîstema herêmê diguherîne

Rojnameyên erebî nivîsî ku şerê Rojhilata Navîn sîstema herêmî ji nû ve diguherîne, başûrê Sûriyeyê dibe qada şer a sereke û baweriya di navbera aliyan de têk diçe.

Çapemeniya erebî: Şerê Rojhilata Navîn sîstema herêmê diguherîne
23 adar, 2026   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro li ser pêşketinên şerê berdewam li herêmê nivîsî û bal kişand ser aliyên wî yên leşkerî, siyasî û aborî.

‘BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ DI NAV ALOZIYÊ DE’

Rojnameya Lubnanê El Nehar nivîsî: "Êrişên Îsraîlê yên dawîn ên li başûrê Sûriyeyê kêmtir bi bûyereke herêmî ve girêdayî xuya dikin û bêtir xuya dikin ku bi ji nû ve sererastkirina zagonên pêvajoyê ve girêdayî ne.”

Rojnameyê destnîşan kir ku başûrê Sûriyeyê careke din bûye qadeke navendî ya lihevhatinên herêmî.

Rojnameyê nivîsî ku tevî hebûna pêvajoyekê di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Tel Avîvê de jî, ev êriş pêk hatin û diyar kir ku bi avakirina mekanîzmayeke hevrêziyê ya hevbeş re "têkiliyên Sûriye-Îsraîlê hatine guhertin", lê pêşketinên li ser erdê qelsiya vê têgihîştinê aşkera kirine.

‘ŞERÊN NÛJEN ERDNÎGRIYÊ JI NÛ VE BELAV DIKIN’

Rojnameya El Şerq El Ewset behsa aliyê aborî yê şer kir û diyar kir ku “şerên nûjen dewlemendiya nû çênakin, lê ew bi awayekî erdnîgarî ji nû ve dewlemendiyê belav dikin" ku ev yek nîşan dide çima aboriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji zêdebûna şer sûdê werdigire.

Rojnameyê destnîşan kir ku polîtîkayên serokê DYA`yê Donald Trump ku li ser peydakirina veberhênanê ne, nas kir ku şer dihêle sermaye ber bi bazarên aramtir ve biçe, bi taybetî bazarên DYA`yê.

‘JI NÛ VE GUHERTINA SÎSTEMA HERÊMÊ’

Rojnameya El Şerq El Ewset jî diyar kir ku şerê bi Îranê re "êdî ne tenê pevçûneke leşkerî ye, lê deriyê ji nû ve guhertina sîstema herêmî ye". Rojnameyê bal kişand ser rêzebandorên stratejîk ên berfireh ên şer.

Rojnameyê diyar kir ku bandora herî berbiçav "kêmbûna bandora Îranê û qelsbûna tora wekîlên wê yên herêmî" ye. Her wiha şer, li şûna şerê wekîlan, veguherî pevçûnên rasterast di navbera dewletan de.

Rojnameyê da zanîn ku herêm dikeve qonaxeke dirêj a veguhêz ku tê de “nirxê dewletên ku dikarin sînorên xwe biparêzin zêde dibe”.

(k)